“Îsraîl dê li ser piştevanîkirina kurdan berdewam be”
Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Êhûd Olmert ji televîzyona K24 re behsa rewşa Rojhilata Navîn û kurdan kir û got, rewşa Rojhilata Navîn aloz e. Sebeba serekî ya vê aloziyê jî Îran e.
Êhûd Olmert her wiha got, mixabin Amerîka dixwaze ji Sûriyê vekişe ev jî dê bibe sebeba bihêzbûna Îranê li Sûriyê çimkî hewlên sînordarkirina Îranê lawaz dike.
Li ser rewşa kurdan jî wî rayedarê berê yê dewleta Îsraîl got, ti gumanek tê de nîne ku Îsraîl her dem alîgirê kurdan bûye û ez bawer dikim ku Îsraîl dê li ser piştevanîkirina xwast û îradeya kurdan berdewam be.
Basnews
