• Wednesday, 18 February 2026
logo

HSDê destpêkirina operasyona rojhilatê çemê Ferêt ragihand

HSDê destpêkirina operasyona rojhilatê çemê Ferêt ragihand
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dubare destpêkirina operasyona leşkerî ya li rojhilatê çemê Ferêt li dijî DAIŞê ragihand.

HSDê îro di konferanseke rojnamevanî de li rojhilatê Dêra Zorê lidar xist û dubare destpêkirina operasyona Bagera Cezîrê li rojhilatê Ferêt li dijî DAIŞê ragihand.

Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêra Zorê Ehmed Ebû Xewla di konferansê de got, destpêkirina operasyona leşkerî bi hevahengiya ligel Hevpeymaniya Navdewletî dibe.

Derbarê hevahengiya bi hêzên Iraqî re, Ebû Xewla got: “Em hevahengiyê ligel hêzên Iraqî dikin û berî rawestandina operasyonê jî hevahengiya me hebû. Niha bi dubare destpêkirina operasyonê jî em bi hikûmeta Iraqê re di pêwendiyê de ne.”

Li ser beşdariya hêzên Fransî jî got: “Hêzên Fransî hêzên xwe zêde kirine û yek di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî de tê, ji bo navçê biparêzin û aramiyê peyda bikin.”

Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêra Zorê amaje bi wê jî kir: “Em ne li dijî ti hêzeke şoreşgerî ya Sûrî ne, heger Kurd be yan Ereb be, yan jî artêşa Azad a Lîberal be ku hevahengiyê bi me re bikin.”

Derbarê aloziya bi hêzên rêjîma Sûriyê re got, ew êrîşî hêzên rêjîma Sûriyê nakin, lê heger rêjîmê êrîş wan kir, ew bêbersiv namînin.

HSDê roja 9ê Îlona 2017an û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest bi operasyona Bagera Cizîrê li rojhilatê çemê Ferêt li dijî DAIŞê kiribû. Bi destpêkirina êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê re jî ew operasyon hatibû ragirtin.

K24
Top