• Wednesday, 18 February 2026
logo

Sine – Girtiyekî kurd ji îdamê rizgar bû

Sine – Girtiyekî kurd ji îdamê rizgar bû
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, girtiyekî kurd hat efûkirin û ji îdamê rizgar bû.

Li gorî agahiyên malpera Hengaw, li bajarê Sine xortekî kurd ku ji ber kuştina kesekî hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin, ji îdamê rizgar bû.

Hat gotin ku malbata kuştî ew girtiyê kurd efû kirine û kindirê îdamê ji stûyê wî derxistine.

Li gorî qanûnên Îranê, eger kesek kesekî bi enqest bikuje, cezayê wî/wê îdam e. Lê malbata kuştî dikare gunehbar efû bike.

Basnews
Top