• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê Roja Cîhanî ya Karkeran pîrozkir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê Roja Cîhanî ya Karkeran pîrozkir
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran peyamek weşand û ragihand: “Di pêvajoya binyadan, avakirin û geşedana Kurdistanê de roleke giring lîstine.” Herwiha soza başkirina jiyan û debara karkeran da.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber Roja Cîhanî ya Karkeran peyamek weşand û ev roj ji bo hemû karkerên Kurdistan û cîhanê pîroz kir.

Di peyamê de hate gotin: “Ev roj di dîroka karkeran de rokeje pir bi baha ye ji bo parastina maf û daxwazên wan. Karker çîneke zîndî yê xwedan ked û berhemdar ên cîvakê ne û di pêvajoya binyadan, avakirin û geşedana Kurdistanê de roleke giring lîstine.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ku ew giringiyê didin rol û pêgeha karkeran û xemxorê bidestxistina maf û daxwaziyên wan in. Herwiha destnîşan kir, ku ji bo başkirina jiayana karkeran, pêşxistina derfetên kar, xizmetguzarî û mafên wan hewleke cidî didin.

Di peyamê de hate destnîşankirin, ku hikûmet kerta taybet jî han dide ji bo piştgirî û hevkariya aliyên peywendîdar bikin, mafên karkeran zêdetir li ber çav bigrin, li hember daxwazên karkeran xwe berpirs bibînin û di asteke serdamyane de derfetên kar pêşkeş bikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber parastin û piştgiriya maf û daxwazên karkeran destxweşiya Sendîkaya Karkerên Kurdistanê kir û diyar kir, ku ji bo başkirina jiyan û derbara karkeran jî çi bikeve ser milê hikûmetê xwe jê nadine paş.

Waar.tv
Top