• Wednesday, 18 February 2026
logo

Meyade Mihemed: Hin pêkhate li dijî herêma Kurdistanê gotarên Iraqçîtiyê bikartînin!

Gulan Media April 30, 2018 Nûçe
Meyade Mihemed: Hin pêkhate li dijî herêma Kurdistanê gotarên Iraqçîtiyê bikartînin!
Namzeda PDKê ya encûmena nûnerên Iraqê Meyade Mihemed rexne li beşek ji pêkhate û aliyên siyasî kirin û amaje bi vê yekê dike ku gotara ‘’Iraqçîtiyê li dijî herêma Kurdistanê bikartînin.’’

Namzeda Hewlêrê ya hejmara 4 a PDKê ya ji bo helbijartinên encûmena nûnerên Iraqê Meyade Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di qonaxa bangeşeya helbijartinan de lîsteyên nû û ewên ku dixwazin wek opozîsyona navê wan bê anîn li dijî herêma Kurdistanê gotarên Iraqçîtiyê bikartînin.

Namzeda PDKê got: ‘’Ew aliyane bikaranîna heman ziman û aqiliyetê ve nûnerên wan ên nah ali Bexdayê kar dikin ku beşek ji wan biryar dane ku nevegerin Kurdistanê, ku dawî bi sîstema federalî bê û pêkhateya destûrî ya herêma Kurdistanê bê hilweşandin.’’

Meyade Mihemed got: ‘’Bila dawî li wan gotarên waha bê anîn û rikeberiya waha ya ku naha heyî, destkevtên netewî dê jinav bibe. Ji ber vê pêwîste rêveberên siyasî yên Kurdistanê dervey wan gotaran kar bo armancên netewî bikin.’’

Herwaha Meyade Mihemed daxwaza yekgirtîbûnê di çarçoveya berjewendiyên netewî û niştimanî de dike û diyar dike ku di çar salên bê de kareke zêde dê hebe bo parastin û xwedan lê derketina destkevtên niştimanî yên Kurdistanê bê kirin.

Basnews
Top