5 sal zîndan ji Demîrtaş û Onder re hat xwastin
Îro li Dadgeha Stenbolê doza Demîrtaşî û Onderî bi rê ve çû û Demîrtaş bi hinceta rewşa sexlemiya xwe beşdarê doza xwe nebû. Dozger lêkolîna xwe ya di derbarê dozê de eşkere kir û ji bo Demîrtaş û Onder daxwaz kir ku bi 5 salan werin cezakirin.
Di derbarê dozê de Parlementerê HDPê Adem Geverî ji K24ê re axivî û got, parêzerên Demîrtaş xwestine doz were paşxistin, lê daxwazên wan ji aliyê Dadgehê ve hatiye red kirin û di nav dadgehê de alozî rû daye.
Li gor Geverî Dadgeha Stenbolê hewl dide biryarek siyasî û neyasayî di derbarê Demîrtaşî de bide.
Ji aliyê xwe ve Peyamnêrê K24ê jî da zanîn, dosya dadgeha Demîrtaş ji bo roja 8ê meha Hezêrana bî hate paşxistin.
Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve hatiye girtin.
K24
