• Wednesday, 18 February 2026
logo

Partiyên Kurdistanî ji bo bloka Kurdî li hev kirin

Gulan Media April 29, 2018 Nûçe
Partiyên Kurdistanî ji bo bloka Kurdî li hev kirin
ew yekem care aliyên Kurdî bloka Kurdî awa dikin
Pasrtiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li ser hevdîtinên tifaqa hilbijartinê yên partiyên Kurdistanî ragihand ku protokola lihevkirinê hatiye erêkirin û dê 30yê Nîsanê ji raya giştî re were ragihandin.

Li gor daxuyaniya PSKê, di civînên 28-29ê Nîsanê yên meclîsa partiyê de ku li ser hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyeyê hatine kirin de, helwest û polîtîkaya PSKê hatiye diyarkirin û li ser biryar hatiye wergirtin.

PSKê got, "Meclîsa me ya partiyê li ser bername û protokola navbera Hereketa Azadî, PAK, PSK, PDK Bakur, PDK-T û HAK-PARê ya hilbijartinan biryara pesendkirina wê lihevkirinê daye."

K24
Top