• Wednesday, 18 February 2026
logo

ENKS: Bila hêzên çekdar ji Efrînê vekişin

Gulan Media April 29, 2018 Nûçe
ENKS: Bila hêzên çekdar ji Efrînê vekişin
Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz kir ku hêzên leşkerî yên Tirkiye û grûbên çekdar li herêma Efrînê vekişin.



Emîndariya Giştî ya ENKSê bi daxuyaniyekê daxwaz kir ku bi tevê hêzên leşkerî yên Tirkiyê, tevahiya hêz û grûbên çekdar ji Efrînê derbikevin.



Di daxuyaniyê de ENKSê daxwaz kir ku rê li pêşiya xelkê Efrînê were vekirin ji bo ku bi ewlehî vegerin malên xwe û karûbarên xwe bê destêwerdan bi rê ve bibin.



Li gorî daxuyaniyê, Emîndariya Giştî ya ENKSê di civîna xwe ya asayî de daxwaza bi belgekirina binpêkirinan û guhertina demografiya Efrînê jî kiriye û her weha daxwaza parastina navdewletî ji bo herêmê kiriye.



Di heman daxuyaniyê de ENKS reftar û kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ên li hember ENKSê û girtina endam û serkirdeyên wan jî şermezar kir.

Rudaw
Top