HSD 4 gundan ji destê rêjîmê derdixe
Peyvdarê HSD Kîno Gabriyêl di daxuyaniyekê de ragihand, şervanên HSDê bi êrîşeke berûvajî 4 gund li rojhilatê çemê Ferêt ji destê rêjîma Sûriyê derxistin.
Îro ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê ragihandibû, piştî şerekî li dijî HSDê, hêzên rêjîma Sûriyê karîn 4 gundan li rojhilatê Dêra Zorê ji destê HSDê bigirin.
Wê ajansê diyar kir jî, di encama şer û pevçûnan de 6 şervanên HSDê hatin kuştin û hêzên rêjîma Sûriyê gundên Cinêne, Cîa, Şemret El-Hisan û Hiweyqit El-Meîşa ji destê HSDê kontrol kirin.
Li Dêra Zorê ji şeva bûrî ve hêzên rêjîma Sûriyê û mîlîşyayên ser bi wê ve êrîşî xalên HSDê yên li ber çemê Ferêt dikin. Peyvdarê HSDê Kîno Gabriyêl di daxuyaniyek berê de jî got, armanca rêjîma Sûriyê ew e, operasyona HSDê ya li dijî DAIŞê asteng bike.
Rudaw
