Heyder Ebadî li Kerkûkê ye
Peyamnêrê Rûdawê Hîwa Husamedîn ji Kerkûkê ragihand ku "biryar bû serdana Heyder Ebadî roja yekşemê be û bangeşe li stada mezin were kirin, lê dibe ku rewşa keş û hewayê dema serdana Ebadî guhertibe û xistibin îro saet 10:00an.”
Di nav çar salên desthilata Ebadî de weke Sersokwezîrê Iraqê ev yekem car e serdana Kerkûkê dike, vê carê jî ji bo destpêkirina bangeşeya lîsteya xwe hatiye.
Ji bo Parlementoya Iraqê, li Kerkûkê 13 namzedên Hevpeymaniya Nesrê hene û yek ji namzedan jineke Kurd e, lê belê li gor gotina peyamnêrê me, “pêgeha lîsteya Ebadî, qasî pêgeha lîsteya Erebên Sunî û lîsteya Erebên Şîe ku hêza wan di nav Heşda Şeibî de heye, ne bihêz e”.
Rudaw
