Berpirsekî Gorran ê berê: Gorran di asta baweriya dengdêran de nîne!
Ji berpirsên diyar ê berê yê Tevgera Gorran Bextiyar Sidîq ji BasNewsê re ragehand: ‘’Berê gelek xelkê deng didane Tevgera Gorran, lê ew tevger naha di asta daxwazên dengdêrên xwe de nebû.’’
Herwaha got, zêdetirî 9 salan kar bo serxistina Tevgera Gorran kiriye û got, xaniyê min jî ji ber Gorran hate hilweşandin. Lê ‘’Vê carê ez ne amade me bangeşeyê bo Tevgera Gorran bikim û deng jî bidim wan. Ji ber baweriya min bi Tevgera Gorran û ti partiyek din û aliyeke siyasî nemaye.’’
Bextiyar Sidîq got, ‘’Parlamenterên Gorran û aliyên siyasî yên din jî ewqas şer bo pare dikin, ku biçin Bexda û pareyek zêde werbigrin û ti xema wan a xizmet ji xelkê re bikin tineye. Ji ber wê eger mûçeyê parlamenterekê wek mûçeyê fermanberek herêma Kurdistanê be, ti kesek nabe parlamenter. Ji ber wê jî hemû ji bo wî pareyê zêde dibin parlamenterê Kurdistanê û Iraqê.’’
Bextiyar Sidîq got: ‘’Parlamenterên Gorran jî ketine nav wê gendeliyê. Ji ber ew jî tamahiya pare dikin. Bê guman ti kes ji wan wek hemwelatiyek sade jiyan nakin. Eger Aram Şêx Mihemed yan Sîrwe Ebdulwahîd hatin nav bazarê û zanîn heşt nanên bazarê û ampereke jeneratorê, yan jî eger zanîn kontroleke sonerê bi çendê ye? Wê demê ezê bibêjim ew kesane dilsoz in û agahdarê rewşa hemwelatiyan in. Lê mixabin ti yek ji wan jî wek hemwelatiyek asayî jiyanê nakin.’’
Basnews
