• Wednesday, 18 February 2026
logo

YE ji Tirkiyê dixwaze du leşkerên Yunanistanê berde

Gulan Media April 27, 2018 Nûçe
YE ji Tirkiyê dixwaze du leşkerên Yunanistanê berde
Yekîtiya Ewropa ji Tirkiyê dixwaze du leşkerên Yunanistanê berde.

Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean Claude Junker, di Parlamentoya Yunanistanê de axivî û da xuyakirin, di Lutkeya Yekîtiya Ewropayê de bi bi Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan re hevdîtin kirin e û bal kişindin e ser binpekirinên Tirkiyê li Rojhelatê derya Naverast û Derya Egeyê. Da zanîn ji Erdogan xwestiye ku pabendê yasayan bin.

Junker got, divê du leşkerên Yunanî ku li Tirkiyê girtîne neyên jibîr kirin û da zanîn, tu kes nikare bêje ew du leşker bo ewlekariya Tirkiyê gef bûn û ji Tirkiyê xwest gavek zûtir bên berdan.

K24
Top