• Wednesday, 18 February 2026
logo

Heyder Ebadî geheşt Hewlêrê!

Gulan Media April 26, 2018 Nûçe
Heyder Ebadî geheşt Hewlêrê!
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî geheşt paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo serdanekê û bangeşeya helbijartina lîsteya xwe ya Nesir geheşt paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazî kirin.

Serokwezîrê Iraqê şeva borî ji bo serdanekê geheştibû bajarê Silêmaniyê û namzedên lîsteya xwe yên li Silêmaniyê bi merasîmekê dabû nasandin. Herwaha îro jî Ebadî li Hewlêrê dê beşdarî merasîma nasandina namzedên lîsteya Nesir ên li Hewlêr bike û hat zanîn merasîm li Salona Seed Ebdula dê pêkbê û Ebadî jî gotarekê pêşkeş bike.

Hat zanîn Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê hevdîtinek pêkbê.

Basnews
Top