• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mela Bextiyar: Şîe bi destê Îranê ketin Kerkûkê

Gulan Media April 25, 2018 Nûçe
Mela Bextiyar: Şîe bi destê Îranê ketin Kerkûkê
Cîgirê Sekreterê Yekitiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) Mela Bextiyar ragihand ku desthilata Şîe ya li Iraqê berî dagirkirina Kerkûkê eşkere kir ku ew benda 140 bicî nakin û piştre ketin Kerkûkê.

Mela Bextiyar di panela Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24ê ku li Hewlêrê hat lidarxistin de axivî. Bextiyar ragihand ku Kerkûk hatiye dagirkirin û wiha pê de çû: “Welat û netewekî ku hatine dagirkirin û parçekirin.Çareserkirina vê kêşeyê jî bi sîstemeke demokratîk pêkan e. Pirsa girîng ev e; Gelo Iraq dikare ibbe welatekî demokratîk? Eger ev pêk were çareserkirina kêşeyan hêsan dibe, lê eger ev çênebe ji ber bêhevsengiya hêzê em ê di Iraqê de bimînin.”

Piştî ku desthilata Iraqê ket destê Şieyan, di sîstema rêveberiyê de guhertin çêbûn. Iraq niha bi hikûmraniya piraniyê tê birêvebirin. Em yek cihê nîgeraniyê ye. Birijdbûna li ser vê yekê wê bingehê ji mezinbûna bertekan re ava bike.”

Mela Bextiyar di dewama axaftina xwe de ragihand ku di encama siyaseteke bi qestî benda 140 ya di derbarê herêmên Kurdistanî ên li derveyî îdareya Kurdistanê de nayê bicîkirin û wiha axivî: “Beriya 2 salan serokê parlamentoya Iraqê Îbrahîm Caferî di civîna li gel serokkomar û serokên fraksiyonên partiyên siyasî, bi zelalî got ku benda 140an xilas bûye û nayê bicîkirin. Weke nûnerên Kurdan min, Hoşyar Zebarî û Şoriş Hacî bertek nîşanî vê yekê da. Li Iraqê girîngî bi Sunneyan nayê dayîn û Şîe bi destê Îranê ketin Kerkûkê û Kerkûk dagirkirin.”

Basnews
Top