• Wednesday, 18 February 2026
logo

Du bira bûne armanca guleyên endamekî Spaha Pasdaran

Gulan Media April 25, 2018 Nûçe
Du bira bûne armanca guleyên endamekî Spaha Pasdaran
pasdarekî îranî êrîşî ser du birayên Kurd kir
Yek ji destûpêwendiyên hikûmetê du hevwelatiyên Kurd yên xelkê gundê “Nê” a girêdayî bajarê Merîwanê dane ber gulleyan.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, yek ji destûpêwendiyên hikûmeta Îranê ku, serhengê Spaha Pasdaran a bajarê Merîwanê ye, gulleyan bi ser du hevwelatiyên Kurd yên xelkê gundê “Nê” a girêdayî bajarê Merîwanê direşîne, ku her du jî bira bûne, û encama vê gullereşandinê jî birîndarbûn û kuştina wan du birayan li pey xwe aniye.

Nasnameya wan du birayan wiha ye, “Hacî Letîf Nîkpey” û “Osman Nîkpey” û herwisa nasnameya bikûjê wan jî “Kawe Konepoşî” serhengê Sapaha Pasdaran hatiye ragehandin.

“Kawe Konepoşî”, endamê Sapaha Pasdaran e ku, bi çeka Spaha Pasdaranê teqe li wan her du biryan kiriye, û piştî kuştin û birîndarkirina wan du hevwelatiyan, êrîşî ser mala Hacî Letîf kiriye û mala wî şevitandiye.

Top