• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rêveberek YNKê bersiv da rêveberê Gorran: Kesê ku gotina ji Pêşmerge re bibêje bîj ê!

Gulan Media April 25, 2018 Nûçe
Rêveberek YNKê bersiv da rêveberê Gorran: Kesê ku gotina ji Pêşmerge re bibêje bîj ê!
Endamê rêveberiya YNKê bersiva gotinên rêveberek Tevgera Gorran da ji ber Pêşmerge bi enfal kirinê tometbar kir û ragehand: ‘’Herkesek gotinên waha bi Pêşmerge bibêje bîj e.’’

Parlamenterê fraksiyona Gorran li parlamentoya Iraqê û kurmamê Newşîrwan Mistefa Mehmûd Riza di bernameyek kanala fermî ya Gorran NRT de, Pêşmerge bi encamdana enfal tometbar kir û ragehand ku li navçeyên ji DAIŞê hatin azad kirin, karên ku di sala 1988ê de rejîma Beis kirine Pêşmerge jî kirine.

Endamê rêveberiya YNKê Asos Elî derbarê gotinên wî parlamenterê Gorran de ji BasNewsê ragehand: ‘’Ewên ku gotinên waha ji Pêşmerge re bibêje, ew bîj e û bi ti awayekê giringî û hîmeta Pêşmerge û xebata siyasî û çekdarî tênegeheştiye.’’

Asos Elî got: ‘’Heta naha ti kes ew cireta wî tinebû, gotinek waha ji Pêşmerge re bibêje, ji ber vê jî daxwazê ji dadgehê û dozgerê giştî dikim wî kesî bidin dadgehê.’’

Asos Elî got: ‘’Nabe ji bo kesekê polemîka siyasî ya nerast bê kirin û rê ji ti kesê re neyê dayîn ku careke din sivikayiyê bi nirxê Pêşmerge bike.’’

Basnews
Top