• Wednesday, 18 February 2026
logo

Geştên asimanî yên yekser di navbera Hewlêr û Diyarbekirê de dest pê dikin

Gulan Media April 25, 2018 Nûçe
Geştên asimanî yên yekser di navbera Hewlêr û Diyarbekirê de dest pê dikin
Serokê Odeya Zêrfiroşên Amedê Mustafa Akkul ragihand, seferên asimanî di navbera Hewlêr û Amedê dê 27 Nîsanê dest pê bikin.

Ji aliyê Odeya Zêrfiroşên Amedê û bi sponsoriya Zerya û Nuzar, 27 Nîsanê fuara zêr û xişlan tê li darxistin. Ji bo fuara Amedê ji nav bajarên Tirkîye , Îran û Başûrê Kurdistanê jî gelek zêrfiroş wê beşdarî fuarê bibin.

Serokê Odeya Zêrfiroşên Amedê Mustafa Akkul ji bo BasNewsê wisa axifî: Fuara me wê 27 Nîsanê dest pê bike, heta 29 mehê bidome. Ji Başûrê Kurdistanê jî dora 200 zêrfiroşan wê beşdarî Fuarê bibin. Ji ber pirsgirekên balafirê ,em bi wezereta derve ya Tirkîye re ketin tekilîyê ku seferên Hewlêr û Amedê bê vekirin. Me bersivek erenî girt . Seferên asimanî di navbera Hewlêr û Amedê wê 27 Nîsanê dest pê bikin û dûv re jî wê berdewam bike.

Beriya niha yên ku bixwastana bi firokeyên ji Hewlêrê biçin Diyarbekirê, destpêkê diçûn Stenbolê ji wir jî derbasî Diyarbekirê dibûn.

Basnews
Top