Wezîrê Derve yê Iraqê: Iraqê li dijî kurdan çekên kîmyayî bikar anî!
Îbrahîm Ceiferî, ku bo civîna li ser rewşa Sûriyê çûye Brûkselê, îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, nabe bi ti awayekî di şer de çekên kîmyayî bên bikaranîn.
Wî rayedarê Iraqî anî ziman ku hikûmeta Iraqê ziyanên çekên kîmyayî baş dizane û got, ji ber ku sala 1988 rêjîma wê çaxê ya Iraqê çekên kîmyayî li bajarê Helebcê bikar anî û bû sebeba mirina herî kêm 5 hezar kesên bê guneh.
Basnews
