• Wednesday, 18 February 2026
logo

Peyama salvegera bombebarana bajarê Qeladizê

Gulan Media April 24, 2018 Nûçe
Peyama salvegera bombebarana bajarê Qeladizê
Îro 44 sal bi ser bombebarana bajarê xweragirê Qeladizê li ser destê rijêma berê ya Îraqê re derbas dibin ku ji encama wê bombebaranê bi dehan ji kurên Kurdistanê şehîd û birîndar bûn. Wê bombebaranê Zanîngeha Silêmaniyê armanc girt ku wê demê, dema şoreşa Îlonê, bajarê Qeladizê ew hêmbêz kiribû.

Rijêma wê demê ya Îraqê wê rojê reştirîn kerib û kîna xwe bi ser Qeladizê de barand û xwest timama bajêr û îradeya gelê Kurdistanê jinav bibe, lê yên ku jinavçûn sitemkar û mergdostên rijêmê bûn ku Kurdistan xistibû ber êrîşên bombebaran, kîmiyabaran, şewitandin û raguhestina bizorê. Qeladizê, bajar û gundên me bi serbilindî û xweragirî man û îradeya jiyandostiyê, avadankirinê û şaristaniya gelê me biserkeft, niha jî li şûna zanîngeheke şehîd, Kurdistan xwedî bi dehan zanîngehên modern e.

Avadankirin û nehêlana tesîr û şûnwarên nerênî yên bi dehan salên siyaseta wêrankirin û şewitandina Kurdistanê li ser destê rijêmên sitemkarên Îraqê, ji hemû aliyên ve; êkonomî, civakî, derunî û kultûrî, ji pilan û karên herî pêşîn yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û di hemû waran de kar jê re dike.

Di vê bîranînî de, nemrî û silav ji bo canê paqijê şehîdên bombebarana sala 1974ê û raperîna pîroza sala 1982ê li Qeladiza xweragir û teveya şehîdan.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
24.04.2018

Top