• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Semsûrê bi hêza 5.4 pileyên rîxterê erdhej çêbû

Gulan Media April 24, 2018 Nûçe
Li Semsûrê bi hêza 5.4 pileyên rîxterê erdhej çêbû
Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 5.4 bi pieleya rîxter çêbû. Erdhej li çend bajarên din ên Bakurê Kurdistanê hat pêhesan.

Enstîtuya Lêkolînên Erdhej a Resatxaneya Kandil li Zanîngeha Bogaziçiyê ragihand ku seat îro 03.34an erdhejeke bi hêz li navçeya Semîsad a Semsûrê bi kurahiya 14 kilometreyan pêk hatiye. Erdhej bi hêza 5.4 i pileya rîxter çêbû.

Saziya Rewşên Awarte û Karesatê ya Serokwezîriyê Tirkiyeyê (AFAD) jî ragihand ku bi hêza 5.1ê bi pileya rîxter û bi kurahiya 7 kilometre rû daye.

Herwiha Navenda Lêkolînan a Erdhejê li Amerîkayê (USGS) diyar kir ku erdhêj bi hêza 5.2 pileya rîxter û bi kurahiya 4 kilometreyan qewimî.

Qeymeqamê navçeya Semsîdê Seda Sezîk da zanîn ku ji ber erdhejê 13 kes bi sivik birîdar bûne.

Xelkê Aemdê, Mêrdîn û Êlihê û çend deverên din jî hest pê erdhejê kirine û tirs cemw an çêbûye.

Rudaw
Top