Fransa hêz rêdike rojavayê Kurdistanê!
Ajansên cîhanî belav kirin ku serokê Fransayê Emmanuel Macron dê vê pirsê li gel serokê Amerîkayê Donald Trump gotûbêj bike.
Emmanuel Macron ku naha ji bo serdanekê li Amerîkayê ye hişyariya zêdebûna desthilata Îranê ya li Sûriyê daye û pêşneyar kiriye welatê wan hêza leşkeri rêbike rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Sûriyê.
Ew hêza Fransa ku hatiye pêşneyar kirin ku biçe navçeyê, di çarçoveya hevpeymaniya navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê û dê bin fermana artêşa Amerîkayê de be.
Basnews
