• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyoza nû ya Australiyayê li Îraqê kir

Gulan Media April 24, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyoza nû ya Australiyayê li Îraqê kir
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma kurdistanê roja Duşem 2018-04-23 pêşwaziya Joanne Loundes Balyoza nû yî Australiyayê li Îraqê û şandeka pê re kir.

Loundes bi xuyakirina kêfxweşiya xwe ji bona serdan kirina Herêma Kurdistanê û tenahî û asayişa wê, ji bo berhingar bûna teror, parastina pêkhatitiyên Îraqê û hembêz kirina hijmareka zêde ya koçber û penaberan destxweşî li Pêşmerge û gel û Hikûmeta Heêma Kurdistanê kir.

Balyoza Australiyayê xwesteka welatê xwe ji bo berfireh kirina tîkiliyên tevî Herêma Kurdistanê nişan da û amaje bi diyaloga navbera Hewlêr-Bexdayê û çareser kirina hin pirsgirêkan, sedema vegeriyan bawerî ji bo deverê kir ku dibe haydanek ji vê yekê ku sermayedarên welatê wî li warên cuda li Herêma Kurdistanê û Îraqî weber anînê bikin.

Serokwezîr bi spas kirina Balyoza Australiyayê, hêviya serketinê jê re xwest û amaje bi giringiya têkiliyên tevî Ustraliyayê û wan derfetên berfireh kir ku li Herêma Kurdistanî ji bo avedan kirina beşên din yên Îraqê heye, bi taybetî tenahiya Herêma Kurdistanê û yasa yên jêhatên wê ji bo sermaye razandinê ji bo pêşeroja Îraqî gelek giring in.

Herwiha bal kişande ser hilbijartinên Îraqê û qunaxa piştî hilbijartinê, hemahengî û alîkariya berdewam navbera Hewlêr-Bexdayî ji bo rê girtin ji dubar serhildana tundiyê, gavên erênî ji bo çareser kirina pirsgirêkan û hêviya berev pêş çûna gavên pitir xwest.


Top