• Wednesday, 18 February 2026
logo

Komîsyona Hilbijartinan: 600 hezar navê dengderan hatine jêbirin

Gulan Media April 23, 2018 Nûçe
Komîsyona Hilbijartinan: 600 hezar navê dengderan hatine jêbirin
Cîgirê Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Rizgar Heme Mihyedîn ragihand, ku ew hewl didin pêşiya sextekariyê bigrin û eşkere kir, ku heta niha 600 hezar navên dubare û herwiha yê miriyan ji lîsteyan hatine derxistin.



Îro Duşemê 23-04-2018, Cîgirê Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Rizgar Heme Mihyedîn, Serokê Kargêrî ya Komîsyoan Hilbijartinan a Iraqê Riyaz Bedran û Komîsyar û Biryarderê Encûmena Komîsyarên Iraqê Mûtemed Mûsewî li Hewlêrê civîneke çapemeniyê saz kirin.



Di dema civînê de hate ragihandin, ku ji bo birêveçûna hilbijartinan hemû amadekarî hatine temamkirin.



Rizgar Heme Mihyedîn ragihand: “Hilbijartin dê bi sîstema elektronîkî were kirin û koçber li kuderê bin dê bikarin li wir dengan bidin.”



Heme Mihyedîn da zanîn, ku ji bo koçberên Kerkûk û naverastê Iraqê, li Hewlêrê 15 û li Silêmaniyê jî 20 navendên degdanê hatine vekirin.



Herwiha Rizgar Heme Mihyedîn eşkere kir, ku li Iraq û Herêma Kurdistanê 600 navên dubare û miriyan ji lîsteyan hatine derxistin.



Biryare roja 12ê Gulana 2018ê hilbijartinên parlamentoya Iraqê bên kirin. Li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê mafê dengdanê yê 24 milyon kesan heye.



Di civîna çapemeniyê de hate ragihandin, ku heta niha 11 milyon kesan navê xwe di sîstema bayometrî de tomar kiriye û 9 milyon dengderan jî kartên xwe wergirtine.

Rudaw
Top