• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amerîka avahiyeke mezin ji bo kunsulxaneya xwe li Hewlêrê ava dike

Gulan Media April 23, 2018 Nûçe
Amerîka avahiyeke mezin ji bo kunsulxaneya xwe li Hewlêrê ava dike
Hikûmeta Herêma Kurdistan parçe zeviyek ji bo avahiya nû ya kunsulxaneya Amerîka li Hewlêrê destnîşan kir.

Îro di merasîmekê de ku serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û balyozê Amerîka li Iraqê Doglas Siliman têde amade bûn, herdu aliyan derbarê giringiya piroje û pêwendiyên di nav Amerîka û Herêma Kurdistanê de axivîn.

Destpêkê balyozê Amerîka li Iraqê Doglas Siliman got: "Amerîka pêbendî piştgiriya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û vekirina kunsulxaneyê li Hewlêrê, nîşana wê yekê ye, ku Amerîka piştevaniya Herêma Kurdistan ya bihêz dike".

Piştre serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di gotarekê de got: "Em destxweşiyê li vê destpêşxeriyê dikin ji bo avakirina avahiyeke nû ji kunsulxaneya Amerîka re li Hewlêrê, ew yek nîşana bawerî û piştevaniya Amerîka ji Herêma Kurdistanê re ye û nîşana pêşxistina pêwendiyan li gel Herêma Kurdistanê ye".

Herwiha got: "Pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê ne nû ne, di serhildana sala 1991ê de, Amerîka di rêza pêşî de bû ji bo derxistina biryara çêkirina navçeyên aram. Di qonaxa xistina rêjîma Be'is û şerê li dijî DAIŞê de jî, pêwendiyên baş yên Amerîka li gel Herêma Kurdistanê hebûn, îro jî di qonaxeke aram de, avahiya nû ya kunsulxaneyê li Hewlêrê ava dike, ev jî nîşana giringîdan û pêşxistina pêwendiyên di navbera herdu aliyan de ye".


K24
Top