• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amerîka: Hevkariya me dê ligel hikûmeta Hewlêrê berdewam be

Gulan Media April 22, 2018 Nûçe
Amerîka: Hevkariya me dê ligel hikûmeta Hewlêrê berdewam be
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand ku, ligel Hewlêr û Bexdayê têkoşîna wan a lidijî rêxistina DAIŞê dê berdewam be.



Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di civîna çapemeniyê de diyar kir ku Amerika rijd e ku, ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê têkoşîna xwe lidijî DAIŞê bidomîne.



Amerîkayê Heather Nauert seredana Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerikayê John Sullivan a bo Bexdayê bi bîr xist û da zanîn ku welatê wê ji êrîşa hêza asmanî ya Iraqê bo dijî DAIŞê li nav Suriye agahdar bû.



Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê 19ê Nîsanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku firokeyên şer ên Iraqê li Sûriyê dijî baregehên DAIŞê êriş pêk anine.

Rudaw
Top