• Wednesday, 18 February 2026
logo

EFRÎN - Çekdarên Sultan Mûrad xelkê bi darê zorê ji gundan derdixe

Gulan Media April 22, 2018 Nûçe
EFRÎN - Çekdarên Sultan Mûrad xelkê bi darê zorê ji gundan derdixe
Hate gotin, ku çekdarên Ketîbeya Sultan Mûrad girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê, xelkê gundê Barava ya herêma Efrînê ji gund derxistin.



Çavkaniyekê ji xelkê Barava ji Rûdawê re ragihand, ku roja Şemiyê wate 21ê Nîsana 2018ê, çekdarên Sultan Mûrad 5 malbat ji gund derxistin û ji bo gundê Çema şandin.



Çavkaniyê da zanîn ku niha li nav gundê Barava tenê 3 zilamên wî gundî mane.



Li gorî heman çavkaniyê, berê jî çekdarên grûba navborî 8 malbat ji gundê Barava derxistibûn.



Gundê Barava ji 100 malan pêk tê û tenê 16 malbat vegeriyabûn ser malên xwe lê çekdarên opozisyona Sûriyê 13 malbat ji wan bi darê zorê ji gund derxistine.



Çavkaniya taybet a Rûdawê diyar kir ku çekdarên Sultan Mûrad reftarek pir xirab li gel gundiyan dikirin û malên wan talan dikirin, wan digrin û îşkence dikin.

Rudaw
Top