Hikûmeta Kurdistanê roja rojnamevaniya kurdî li rojnamevanên Kurdistanê pîroz kir
Îro 22 Nîsanê, 120emîn salvegera rojnamevaniya kurdî ye. Rojnamevan û medyakarên Kurdistanê wek her sal, îsal jî vê helkeftê pîroz dikin.
Hikûmeta Kurdistanê di peyamekê de helkefta han li tevahiya rojnamevan û medyakarên Kurdistanê pîroz kiriye û ragihandiye, cihê serbilindiyê ye ku li Herêma Kurdistanê bi dehan dezgehên rojnamevanî û medyayî bi reng û dengên cuda di atmosferek azad û aram de kar dikin. Rojnamevanên Kurdistanê dikarin bi şêwaz û mêtodên rast û durust, rolek aktîf di parastina vê azadiyê de, ku mafê wan e, bilîzin.
Hikûmeta Kurdistanê li ser hilbijartinên Iraqê jî bang li rojnamevan û medyakaran kiriye, rolek baş di parastina aştî û aramiya civakî de bilîzin û karekî bikin ku hêjayî nav û dengê Kurdistanê û dîroka xebata gelê Kurdistanê be.
Di peyama hikûmetê de rojnamevanên ku di şerê DAIŞê de şehîd bûne, hatine bibîranîn û spasiya wan dezgehan hatiye kirin ku rola xwe ya niştimanî di veguhestina agahiyan li ser wî şerî, lîstine.
Basnews
