• Wednesday, 18 February 2026
logo

Aras Heso Mîrxan: Ewên dijatiya referandûmê dikin ew in xiyanet li referandûmê kirin!

Gulan Media April 22, 2018 Nûçe
Aras Heso Mîrxan: Ewên dijatiya referandûmê dikin ew in xiyanet li referandûmê kirin!
Endamê rêveberiya PDKê ragehand, ewên ku dijatiya referandûmê dikin, her ew in ku xiyanet li referandûmê kirin in.

Endamê rêveberiya PDKê Aras Heso Mîrxan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em jî dibêjin pêwîste ew dadgeh ava bibe, ku xelkê Kurdistanê biryarê bide gelo ewên ku referandûm kirin û îradeya gelê Kurdistanê nîşanî hemû cîhanê dan pêwîste bên dadgeh kirin? Yan ewên ku li hemû demekê de bi serbilindî Iraqçîtî kirin û dijî îradeya xelkê Kurdistanê bûn pêwîste bên dadgeh kirin? Ez jî piştrastim ku xelkê Kurdistanê di vê helbijartinê de yek ji wan her duyan dê dadgeh bike.’’

Aras Heso Mîrxan got: ‘’Tevgera Gorran bi giştî li hemû demekê de dijî îradeya xelkê Kurdistanê bû. ewên dijatiya referandûmê dikin, naha diyar dibe ku Gorranê xiyanet li referandûmê kir ji ber wê ev tiştek di navbera xelkê Kurdistanê û wan de ye ku pêwîste ew bên dadgeh kirin.’’

Basnews
Top