• Wednesday, 18 February 2026
logo

Pevçûn di navbera DIŞI û çekdarên Îraqî de qewmî

Gulan Media April 21, 2018 Nûçe
Pevçûn di navbera DIŞI û çekdarên Îraqî de qewmî
Çekdarekî DIŞIê xwe û çend leşkerên Îraqî kuşt.

Şeva derbasbûyî li ser rêya navbera Xaneqîn û Diyalayê de berpirsekî leşkerî yê Îraqê kete nava kemîna çekdarên DIŞIê û di encam de ew berpirs û tevahiya pasewanên vî ji aliyê çekarên DIŞIê ve hatin kuştin.

Piştî vê bûyera han hijmareke polîsên Îraqî bi mebesta rizgar kirina ew berpirsê han çûne cêyê bûyerê û li gel gehêştina wan bo cêyê bûyerê di navbera wan û çekdarên DIŞIê de pevçûneke dijwar qewmî.

Li gor jêderên nûçeyan di encama pevçûna han de herî kêm 4 polîsên Îraqî hatine kuştin û çend polîsên din jî birîndar bûne.

Jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku di vê pevçûnê de endamekî DIŞIê xwe teqandiye û endamekî din yê DIŞIê ji aliyê polîsê Îraqê ve hatine kuştin.

Top