Erşed Salihî gefan li Kurd dike
Dibêje ev rê nadin pêşmerge vegere Kerkûkê.
Serokê eniya tirkimanî ya Îraqê Erşed Salihî ku li Îraqê weke sîxorê Tirkiyeyê tê nasîn, devê xwe dirêj kir û hedê xwe têperand û gef li Kurd kir.
Erşed Salihî diyar kir ku rewşa Kerkûkê ya niha gelek baş û arame û jiber ku hêzên Kurdî li vê bajarê de tunene rewşa Kerkûkê arame.
Salihî herwiha di şûna tevahiya şênî û pêkhateyên Kerkûkê jî hedê xwe derbas kiriye û gotiye: Tevahiya pêkhateyên Kerkûkê ji rewşa niha ya Kerkûkê û hêzên ewlekarî yên li Kerkûkê razîne û dibêjin jiyan, can û malê me hatiye parastin.
Salihî di beşeke din ji axaftinên xwe de gef li Kurdan dike û dibêje eger hikûmeta Îraqê jî razî be bi vegerana hêzên pêşmerge bo Kerkûkê emê weke tirkiman razî nebin û rê nadin ku pêşmerge vegere û hêza Tirkimanan jî heye ku rewşa deverê biparêzin.
K24
