• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e bêtir alîkariya Pêşmerge bê kirin

Gulan Media April 19, 2018 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Pêwîst e bêtir alîkariya Pêşmerge bê kirin
Şêwirmendê Civata Ewlehiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, diyar kir ku pêwîst e piştevanî û alîkariyên bêtir ji hêzên Pêşmergên Kurdistan re hebin, weke hêzeke destûrî û çalak di meydana navçeyê de.

Di dema civîna wî de li gel, fermandeyê giştî yê hêzên hevpeymanan li Iraqê ceneral Woltir Piatt û şanda pêre, ku îro serdana Hewlêrê kirin, Şêwirmendê Civata Ewlehiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, berifrehbûna çalakiyên terorîstan li hin navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê û Iraq û Sûryê bi zengeke metrisîdar da zanîn.

Bal kişand ser wê yekê jî, ku pêwîst e doseya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê, bi hevrêzî li gel tevahiya aliyan were birêvebirin, ji bo vê armancê jî, pêwîst e bi zûtirîn dem kar ji bo normalkirina rewşa wan deveran bê kirin.

Ji aliyê xwe ve, fermandarê hêzên hevpeymanan rola Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê de, bilind nirxand û tekez kir, ku hêzên hevpeymanan wê li ser rahênankirina hêzên Pêşmerge berdewam bin.

K24
Top