• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hikûmeta herêma Kurdistanê sersala êzdîyan pîroz kir

Gulan Media April 18, 2018 Nûçe
Hikûmeta herêma Kurdistanê sersala êzdîyan pîroz kir
Hikûmeta herêma Kurdistanê bi boneya cejna sersala kurdên êzdî ya Çarşema Sor li rûniştvanên herêma Kurdistanê û dervey welat bi peyamekê pîroz kir.

Peyam waha ye:

Bi helkefta hatina cejna sersala êzdiyan (çarşema sor) berahiyê hemû wan zarok û jin û genc û pîrên êzdiyan bi rêz û hurmet bi bîr tînîn yên ku li ser destê tîroristan şehîd bûn, cejna kesukar û malbatên wan û malbatên êsîr û girtiyan û hemû êzdyan li Kurdistanê û cîhanê bi germî pîroz diken, hêvîdarîn xuşk û birayên me yên êzdî vê cejna xwe di aramî û tenahiyê da derbas bken.

Bi hêviya ku êzdî û hemû gelê Kurdistanê cejn û helkeftên xwe yên bên di rewşeka baştirda pîroz biken û hemwelatiyên me yên êzdî û hemû aware û penaberên dî ji kempên awareyiyê bi serferazî vegeryabin ser mal û cih û warên xwe yên azad û avedankirî.

Em hemû xuşk û birayên xwe yên êzdî piştrast dikin ku hemû hewlên me ji bo azad kirina xuşk û dayîk û zarok û hemû girtîyên me yên êzdî dê berdewam bin û çi pêwîst be ji bo azad kirina wan dê bête kirin.

Careka din cejna çarşema sor li hemû êzdîyan pîroz be, her sal bi xêr û xoşî.

Hikûmeta herêma Kurdistanê

18/4/2018
Top