• Wednesday, 18 February 2026
logo

PKK û Heşda Şeibî nahêlin namzedên êzîdî li Şingalê xebatên xwe yên hilbijartinê bikin

Gulan Media April 18, 2018 Nûçe
PKK û Heşda Şeibî nahêlin namzedên êzîdî li Şingalê xebatên xwe yên hilbijartinê bikin
Hêzên PKKê û Heşda Şeibî nahêlin namzedên êzîdî yên PDKê li devera Şingalê xebatên xwe yên hilbijartinê bikin.

Xebat û propaganda hilbijartinên parlamentoya Iraqê didomin. Partiyên Kurdistanê jî namzedên xwe destnîşan kirine û dest bi kempêna hilbijartinan kirine.

Devera Şingalê jî yek ji wan deveran e ku gelek namzed bo endamtiya parlamentoya Iraqê hevrikiyê dikin. Ji ber ku pêgeha PDKê li wir bihêz e namzedên PDKê ji partiyên din zêdetir in. 31 namzedên PDKê li devera Şingalê hene ku beşek mezin ji wan êzîdî ne.

Namzedeka êzîdî ya PDKê bi navê Lazîme Hemê ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, hêzên PKK û Heşda Şeibî nahêlin ew li Şingalê xebatên xwe yên hilbijartinê bikin.

Lazîme Hemê her wiha gotiye, li devera Şingalê gelek alîgirên wan hene û daxwaz dikin ew li wir propaganda bikin lê PKK û Heşda Şeibî nahêlin.

Namzedekî din yê PDKê bi navê Şerîf Silêman jî gotiye, PKK û Heşda Şeibî nahêlin em bi eşkere xebatên xwe bikin ji ber wê jî em neçar in bi awayekî veşartî propaganda dikin. Lê ew nikarin pêşiya serkeftina me bigirin.

Basnews
Top