• Wednesday, 18 February 2026
logo

Çekdarên ketîbeya Sultan Kurdan ji gundan derdixin

Gulan Media April 18, 2018 Nûçe
Çekdarên ketîbeya Sultan Kurdan ji gundan derdixin
Çekdarên ketîbeya Sultan Mûrad 8 malbat ji gundê Barava ser bi devera Şêra ve ji gund derxistin.



Çavkaniyeke taybet ji gundê Barava ji Rûdawê re da zanîn ku reftara ketîbeya Sultan Mûrad bi gundiyan re pir xirab e.



Bi gotina heman çavkaniyê xelkê gund li ser destê wan tên tohmetbarkirin, girtin û telefonên wan têne desteserkirin û seredana bira ji bo bira li nava gund li gundiyan tê qedexekirin.



Ji Eslê 12 malbatên ku vegeriyabûn gundê xwe, çekdarên Sultan Mûrad 8 malbat ji gund derxistine û niha ew malbat li gundê Çemanê dimînin.



Çekdarên ketîbeya Sultan Mûrad di beşek ji hêza dijbereya Sûriyê ye û girêdayî artêşa Tirkiyê ne.



Artêşa Tirkiyê bi alîkariya hin grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ji 20ê Çileya bihorî ve operasyoneke berfireh bo ser herêma Efrînê dabû destpêkirin û piştî 58 rojan şer, di 18ê Adarê de hêzên Tirkiyê derbasî navenda bajarê Efrînê bûn û kontrolkirina bajêr ragihandinbû.

Rudaw
Top