Serokwezîr û şandeyeka Amerîkayê pêdagirî li ser pêş xistina têkiliyên du alî kirin
Li hevdîtinekê bi berhev bûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr, şandeya mêvan destxweşî ji destpê kirina diyaloga navbera Hewlêr-Bexdayê kir ku bûye sedema asayî bûna têkiliyên navbera her du aliyan, vekirina balafirgehên Kurdistanê û şandina parek ji mûçe yên karmendên Herêma Kurdistanê.
Şandeya Amerîkayê pêdagirî li ser berdewam bûna tîkiliyên tevî Herêma Kurdistanê û giringiya pêş xistina têkiliyan kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi spas kirina vê serdanê û piştîvaniya Amerîkayê ji bo destpê kirina diyaloga navbera Hewlêr-Bexdayê, pêdagirî li ser çareser kirina pirsgirîkan bi rêya diyaloq û danustanê kir.
Herwiha got Herêma Kurdistanê giringiyê bi têkilî yên tevî Amerîkayê dide û ji bona pêş xistina têkiliyan li hemû waran hêsankariyê dike.
Li dawiyê jî behsa rewşa deverê û hilbajrtinên Îraqê li kirin, ku biryar le 12 meha Gulanê bihê sazkirin.
