Çekdarên Tirkiman ciwanekî Kurd qetil kirin
Duh gencekî Kurd yê bi navê Aştî Hesen Mecîd bi serdanek çûbû bajarê Xormatûyê û di dema gehêştina xwe bo Xormatûyê, çekdarên Tirkiman gole li ser vî reşandin.
Ev ciwanê Kurd ku temena vî 23 sale, di encama gole reşandina wan çekdarên Tirkman de birîndar bibû û piştî ku gehandine nexweşxaneyê canê xwe ji dest da û şehîd kir.
