• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Agirî şer: Serbazek hate kuştin, 5 serbaz brîndar in

Gulan Media April 15, 2018 Nûçe
Li Agirî şer: Serbazek hate kuştin, 5 serbaz brîndar in
Li bakurê Kurdistanê bajarê Agirî leşkerekî Artêşa Tirk hat kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Li gor nûçeyên medya Tirkiyê ku ji çavkaniyên ewlekarî wergirtine, Artêşa Tirk li bejahiya Bazîda Agirî hember gerîlayên PKKê dest bi operasyonê kir.

Di operasyonê de, li çiyayê Agirî bi gerîlayên PKKê re şer derket. Li gor agahiyên destpêkê, leşkerek hat kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Hat ragehandin, rewşa tendirustiya hin leşkeran giran e û bo nexweşxaneya Wanê hatine veguhestin.

K24
Top