• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amarên Herêma Kurdistanê bo hilbijartinên Iraqê

Gulan Media April 15, 2018 Nûçe
Amarên Herêma Kurdistanê bo hilbijartinên Iraqê
Rêvebirê Giştî yê Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê li Herêma Kurdistanê Mazin Ebdulqadîr hejmara dengdêr, kursî, lîste û namzedên Herêma Kurdistanê bo hilbijartinên Iraqê eşkere kir.



Rêvebirê Giştî yê Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê li Herêma Kurdistanê Mazin Ebdulqadîr di konferanseke rojnamevaniyê de amarên hilbijartinên ku biryar e li Herêma Kurdistanê û seranserê Iraqê 12 Gulanê birêve biçe de belav kir.



Mazin Ebdulqadîr ragihand ku rê bi hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hatiye dayin ji demjmêr 12ê şeva derbasbûyî ve dest bi kampaniya hilbijartinan ji bo lîstên xwe bikin.



Ebdulqadîr daxwaz ji namzed û aliyên siyasî kir, di pêvajoya kampanyayê de pabendî rênmayên komisyona hilbijartinên Iraqê bibin.



Derbarê amarên Herêma Kurdistanê yên hilbijartinan de jî Ebdulqadîr wiha got: “Bi giştî 3 milyon û 144 hezar û 730 kesî mafê dengdanê li Herêma Kurdistanê heye. 19 partî bi 25 lîsteyan beşdar dibin û 4 hevpeyman û 2 namzedên serbixwe jî hene.”



Ebdulqadîr da zanîn ku li Herêma Kurdistanê bi giştî 503 kes bo 46 kursiyan bûne namzed û ji wan 357 zilam in û 146 kes jî jin in.



Li Hewlêrê 16 kursî hatine destnîşankirin û yek kotay mesihîya ne. Li parêzgeha Silêmanî 18 kursî û li Duhokê 13 kursî hatine veqetandin. Herwiha li Duhokê jî kursiyek bo kotaya mesihîya ne.

Rudaw
Top