• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rûsya: Em êrîşa Sûriyeyê bi awayekî tund şermezar dikin

Gulan Media April 14, 2018 Nûçe
Rûsya: Em êrîşa Sûriyeyê bi awayekî tund şermezar dikin
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin piştî êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransa ya li dijî Sûriyeyê daxuyaniyek da û derbirî ku ew vê êrîşê bi awayekî tund şermezar dikin.

Putin êrîş wekî çalakiyeke êrîşkar a li dijî dewleteke serwer a dijterorê têdikoşe, bi nav kir û derbirî ku ev êrîş wê bandoreke nerênî li ser hemû peywendiyên navdewletî bike.

Putin ev tişt gotin, “Ev êrîş li dijî Sûiryeya ku artêşa Rûsî di têkoşîna dijterorê de piştgiriya wê dike hatiye kirin û vê êrîşê bi awayekî tund şermezar dikin. Amerîka bi çalakiyên xwe karesata li Sûriyeyê kûrtir dike û wê li Sûriye û herêmê bibe sedema pêleke nû ya penaberan.”

Vladimir Putin got, “Dîrok wê her tiştî bi cih bike û di vê rewşê de ji ber qetlîamên li dijî Yugoslavya, Iraq û Lîbyayê wê berpirsyariyeke mezin li Washingtonê bar bike.” Putin herwisa bangî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir ku tavilê kom bibin û Amerîkayê û hevkarên wê şermezar bikin.

Waar.tv
Top