• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amerîka, Birîtanya û Frensa êrîşî çend bingehên Rêjîma Esed kir

Gulan Media April 14, 2018 Nûçe
Amerîka, Birîtanya û Frensa êrîşî çend bingehên Rêjîma Esed kir
Serê sibeha îro, her yek ji Amerîka, Birîtanya û Frensa, çend bingeh û baregehên serbazî li Şama paytexta Sûryê û derdora wê bordûman kirin.

Wezareta bergiriya Amerîka ragihand, ku hêzên wan sê bingehên taybet bi bernameya çekên kîmawî yên rêjîma Beşar Esed li derdora Şamê bordûman kirine û eşkere kir, ku ew bordûman pêncî xulekan berdewam kiriye.

Hevdem berpirsên Amerîkî eşkere kirin, di wê bordûmanê de, sed heya sed û bîst mûşekan hatine bikaranîn, herwiha firokeyên Mîrac yên Frensî û Tornando yên Birîtanî û B1 yên Amerîkî, li gel keştiya cengî ya Amerîkî ji Derya Sor beşdarî di wê êrîşê de kirin.

Ji aliyê xwe ve, her yek ji Keneda û Hevpeymana NATO piştevaniya xwe ji bo êrîşa hevbeş ya Amerîkî, Birîtanî û Frensî ragihandin.

Waar.tv
Top