• Wednesday, 18 February 2026
logo

Di 2 rojan de 17 welatiyên Efrînê bûn qurbaniya teqînan

Gulan Media April 12, 2018 Nûçe
Di 2 rojan de 17 welatiyên Efrînê bûn qurbaniya teqînan
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji piştî êrîşa nêzîkî du mehan di roja 18ê Adara bûrî de derbasî Efrînê bûn û dagîr kirin. Lê ji wê demê rojane welatiyên Efrînê dibin qurbaniyên bombeyên li ser rê û di mala de vedayî.

Çalakvanên ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihandin, di 48 demjimêrên bûrî de, li nava bajarê Efrînê 5, li gundê Stêr 1, li gundê Qestel Cindo 7 û li gundê Qerebaba 4 welatiyên Sivîl dema vegeriyan malên xwe di encama teqîna bombeyên vedayî canê xwe jidest dan.


Beşek ji birîndarên êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê / Arşîv

Ev di demekê de ye, ji roja dagîrkirina Efrînê ve rojane bûyerên teqînan li Efrînê û gundê wê rû didin û ta niha ti aliyekê li çandin û vedana wan bombe û mînan mikur nehatiye.

Ji encama êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê li ser Efrînê, zêdetir ji 300 welatiyên sivîl şehîd bûbûn û zêdetri ji 700 sivîlên din jî birîndar bûbûn, û zêdetir ji 200 hezar jî derbider bûn.


Çekdarên opozîsyona Sûriyê dizî û talana mal û milkên xelkê Efrînê dikin

Lê ji piştî girtina Efrînê di roja 18ê Adara bûrî de û nemana topbaran û bombebaranê, ji bilî ku niha xelkê Efrînê dibin qurbaniyên bombeyên vedayî, mal û samanên Efrîniyan li ser destê çekdarên opozîsyonê hatin dizîn û talankirin, bi sedan xelkê Efrînê jî tên girtin û binçavkirin.

Ev yek di demekê de jî, ji zêdetir ji 8 rojan bi hezaran derbiderên Efrînê li rêbenda gundê Kîmarê ya di destê çekdarên opozîsyona Sûriyê de ye asê mane û rê ji bo vegera wan ber bi Efrînê nayê dayîn û di rewşeke mirovî ya dijwar dimînin.

K24
Top