• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Beljikayê li Îraq û Urdinê dike

Gulan Media April 12, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Beljikayê li Îraq û Urdinê dike
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja Çarşem 2018-04-11 pêşwaziya Hendrik van de velde Balyozê Beljikayê li Îraq û Urdinê kir.

Balyozê Beljîka bi navê xwe û hikûmeta welatê xwe sersaxî ji Serokwezîr ji bona koça dawî ya birayî xwest.

Herwiha behsa pirosêsa siyasiya Îraqê, diyaloga navbera hewlêr û Bexdayê ji bo çareser kirina hemû pirsgirêkan, hilbijartinên Îraq û Herêma Kurdistanê û qunaxa piştî DAIŞê kir.

Serokwezîr bi spas kirina vê serdanê û peyama sersaxiyê, kurtiyek derbarê helwesta Herêma Kurdistanê derbarê pirosêsa siyasî û hilbijartinên Îraqê, qunaxa piştî DAIŞê, pirsa penaber û koçberan û çawaniya serederî kirin tevî rewşa niha xiste berçav.

Herwiha behsa reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşve çûna diyaloga tevî Bexdayê kir.


Top