• Wednesday, 18 February 2026
logo

Trump û Erdogan derbarê Sûriyê de gotûbêj kirin

Gulan Media April 12, 2018 Nûçe
Trump û Erdogan derbarê Sûriyê de gotûbêj kirin
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di pêwendiyeke telefonî de rewşa Sûriyê gotûbêj kirin.



Medyaya fermî ya Tirkiyê belav kiriye, ku serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump doh şev di pêwnndiyeke telefonî de bi hev re axivîne.



Li gorî medyaya Tirkiyê, Erdogan û Trump derbarê “rewşa Sûriyê û geşedanên herî dawîn ên li wî welatî de”, bi taybet piştî êrişa kîmyayî ya li Dumayê, bi hev re gotûbêj kirine û her du aliyan hevdu ji helwestên hev agahdar kirine.



Herwiha Koşka Spî jî derbarê vê pêwnediya telefonî ya navbera Trump û Erdogan de ragihandiye: “Her du serokan behsa rewşa niha ya Sûriyê kirin.”



Koşka Spî tekez kiriye: “Her du alî li hev kirin ku derbarê rewşê de di pêwnediyeke berdewam de bin.”



Ev cara sêyem e ku di kêmtir ji mehekê de Trump û Erdogan di pêwendiyên telefonî de li ser rewşa Sûriyê bi hev re diaxivin.



Piştî êrişa kîmyayî ya li bajarê Dumayê ku dikeve Xûteya Rojhilat li derdora Şam a paytexta Sûriyê, Amerîka û welatên rojavayî yên hevpeymanên wê bertekên tund nîşan dane û Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa tolhildanê û êrişa leşkerî bo ser Sûriyê kiriye.



Her doh Çarşemî 11ê Nîsanê Trump di peyameke twîterî de hişyarî da Rûsyayê û ragihand, ku bila Rûsya xwe amade bike, ji ber ku dê mûşekên nû, modern û zîrek ên amerîkî ber bi Sûriyê ve bihêne avêtin.



Trump di twîta xwe de wiha dibêje: “Rûsya soz daye her mûşekekê ku ber bi Sûriyê ve bihê avêtin, bixe xwarê. Amade bin Rûsya, çimku ew dê werin, baş û nû û jîr (aqil)! Hûn nabe ku li gel Heyvanên Bikujên bi Gazê, hevbeş bin, yên ku xelkê dikujin û ji wê keyfê dikin”.



Ev peyama twîterî ya Trump piştî wê yekê hat, ku doh Sêşemiyê 10ê Nîsanê Balyozê Rûsya yê li Lubnanê ragihandibû, Rûsya dê her mûşekekê bike armanc û bixe xwarê, eger ku ber bi Sûriyê ve were avêtin.



Wî rayedarê Rûsyayê herwiha gotibû, Moskow bi wê yekê nasekine û dê wan cih û keştiyan jî bike armanc ku ji wan ve mûşek ber bi Sûriyê ve bihêne avêtin.

Rudaw
Top