• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokwezîra Brîtanyayê: Ez amade me fermana midexaleya leşkerî bidim

Gulan Media April 12, 2018 Nûçe
Serokwezîra Brîtanyayê: Ez amade me fermana midexaleya leşkerî bidim
Serwokwezîra Brîtanyayê Theresa May ragihand ku ew amadeye biryara midexaleya leşkerî bo ser Sûriyê pesend bike.



Li gor nûçeya BBCê Serokwezîra Brîtanya Theresa May gotiye ew weke Brîtanya amade ne ku tevli êrişa dijî Sûriyê bibe.



Di heman nûçeyê de hate gotin ku Theresa May dibêje ew dê ji bo tevlîbûna şerê muhtemel ê li dijî Sûriye li benda destûra parlementoyê nemînin.



Serokê Partiya Karkeran a Brîtanyayê Jerem Corbyn ku partiya sereke ya dijberê ye, hemberî şerê muhtemel ê dijî Sûriyê ye û dibêje ji bo biryareke wiha pêwîst e li parlamentoya wî welatê dengdan bê encamdan.



Jerem Corbyn tekez dike ku krîza Sûriyê divê bi rêyên siyasî bê çareserkirin.



Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyamekê de li ser hesaba xwe ya Tweeterê ragihandibû: “Rûsya xwe amade bike, ji ber ku mûşek tên, xweşik, nû û 'jîr' in tên.”



Associated Pressê duh ragihand ku Hêzên Artêşa Sûriyê li beramber gefên Amerîkayê û egera her êrişeke serbazî ketine amadebaşiyê.

Rudaw
Top