• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel baylozê Rûsyayê civiya

Gulan Media April 11, 2018 Nûçe
Serok Barzanî li gel baylozê Rûsyayê civiya
Rûsya dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike.

Duh li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Rûsyayê yê li Bexdayê Maxim Maximov û şandeke pê re kir.

Di civînê de balyozê Rûsyayê silavên taybet yê wezîrê derve yê Rûsyayê gehande Serok Barzanî û balkêşande ser têkiliyên dîrokî yên di navbera Rûsya û gelê Kurdistanê û ragihand ku Kurdistan bo Rûsyayê xwedan girîngiyeke taybete û Rûsya dixwaze li gel Kurdistanê tevbigere.

Maxim Maximov herwiha hêvî xwest ku têkiliyên navbera Kurdistan û Rûsyayê werin bihêztir kirin û amadebûna kompaniyên Rûsî bo berfiretir kirina kerta petrolê û warê abûrî de li Kurdistanê de diyar kir.

Maximov jiber parastina mafên mesîhî û pêkhateyên din yên olî û etnîkî spasiya gel û hikûmeta Kurdistanê kir.

Di beşeke din ya civîna han de Serok Barzanî jî spasiya helwesta dostane, hevseng û waqê bînane ya Rûsyayê a li hember rewşa siyasî û ew metirsiyên ku di nava çend mehên derbasbûyî de rastî Kurdistanê hatibûn, kir û anî ziman ku bihevre jiyan, aştîxwazî û nebûna hesasiyetên olî û mezhebî beşek girîng ji çanda gelê Kurdistanê ne.

Top