• Wednesday, 18 February 2026
logo

Şandeke bilind bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî diçe Bexdayê

Gulan Media April 11, 2018 Nûçe
Şandeke bilind bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî diçe Bexdayê
Biryare şandeke bilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de serdana Bexdayê bike. Armanca serdanê jî guftûgoyên li ser mijara bûdce û çareserkirina pirsgirêkên hilavêstî ne.



Şêwirmendê Medyayî yê Cîgirê Serokwezîr, Semîr Hewramî ji Rûdawê re ragihand: “Di demeke nêzîk de dê şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî de serdana Bexdayê bikin.”



Hewramî da zanîn, ku dê çend wezîrên peywendîdar jî di şanda Kurdistanê de hebin û diyar kir, “Di serdanê de biryare pirsgirêkên hilavêstî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de werin gotûbêjkirin. Herwiha mijara bûdçeyê jî yek ji rojeva serdanê ye.”



Piştî giştpirsiya serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017ê, artêşa Iraqê û Heşda Şeibî roja 16ê Cotmeha 2017ê êrîşî Kerkûk û navçeyên Kurdistanî kirin. Ji ber vê yekê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de aloz bûn.



Lê ji destpêka salê ve ji bo başkirina peywendiyên herdu aliyan Nêçîrvan Barzanî li Bexda, Davos û Munchenê li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hevdîtin pêk anîn.

Rudaw
Top