Mesrûr Barzanî pêşwazî li sefîrê Rûsya li Iraqê kir
Îro danê sibê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li sefîrê Rûsya yê Iraqê Maksîm Maksîmov û şanda pê re kir.
Hat gotin ku di civînê de behsa rewşa Kurdistan û Iraqê her wiha pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê hatiye kirin û her du aliyan li ser xurtkirina pêwendiyên Hewlêr û Mosko tekez kirine.
Sefîrê Rûsya kêfxweşiya xwe bi pêşveçûna diyalog û danûstandina navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan daye û hêviya xwe aniye ziman ku hilbijartinên Iraqê bi awayekî serkeftî bên kirin.
Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê jî diyar kiriye ku divê rewşa Iraqê bigihê wê astê ku her kes û pêkhateyek tê de asûde bijî.
Mesrûr Barzanî her wiha gotiye, Herêma Kurdistanê dixwaz her kes û aliyek girêdayî Qanûna Esasî be û wê qanûnê bicîh bîne, ji ber ku bi bicîhanîna Qanûna Esasî, aramî pêk tê.
Wî rayedarê Herêma Kurdistanê behsa şerê terorê jî kiriye û gotiye, heta niha jî tehdîda terorê maye û vê dawiyê jî li hinek deveran çalakiyên terorîstî xurt bûne.
Basnews
