Ebadî pêwendiyê bi Serok Barzanî re dike
Piştî encamdana referanduma xelkê Kurdistanê ji bo serxwebûnê ji Iraqê, ku di roja 25/9/2017an de hat encamdan, ev yekem car e serokwezîrê Iraqê û Serok Barzanî pêwendiyeke telefonî encam didin.
Pêştir jî di roja 2 Nîsanê de, Ebadî ji bo sersaxiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bike, pêwendiyeke telefonî li gel Nêçîrvan Barzanî encam da.
Roja Duşemê 2/4/2018an, Dilovan Idrîs Barzanî, birayê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî, di temenê 52 salî de, bi sedema celteya dil, li bajarê Hewlêrê, koça dawî kir.
Bi wê helkeftê çendîn serok û serkirdeyên cîhanî û yên navçeyê, bi riya beşdarîkirinê di behyê û pêwendiyên telefonî û peyamên taybet, sersaxî ji Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re xwestin.
K24
