• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî: Bijardeya serekî ya gelê Kurdistanê li hemû qonaxek da aştî bûye û herdem şer li ser da hatiye sepandin

Serok Barzanî: Bijardeya serekî ya gelê Kurdistanê li hemû qonaxek da aştî bûye û herdem şer li ser da hatiye sepandin
Roja şemî 07.04.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Partiya Demokrata Gelan (HDP) kir ku ji xanima Perwîn Buldan Hevseroka Giştî ya PYD û Osman Baydemîr, Feleknaz Uca, Îmam Taşçier, Xeynep Boxa Parlementerên HDP û Muzeyen Guneş û Abîd Îke Nûnerên wê partiyê li Herêma Kurdistanê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de şanda bilinda ji bo koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî HDP serxweşiyê li Serok Barzanî kirin û hevxemiya xwe derbirîn. Ji bilî balkişandina li ser kêşe û gefên li ber gelê Kurdistanê li Tirkiye û Iraqê û guhertin û pêşhatên Rojava û şerê Efrînê wê yekê xistin rû ku hevdîtina wan li gel Serok Barzanî li wê demê daye ku gelek wateyan digihîne. Her wiha ronahî xiste li ser rûdanên piştî referandûmê û tekez li wê yekê kirin ku kêşeyên li ber gelê Kurdistanê li navçeyê da peywiste bi hevdû û daxwaza hemahengî û şêwirîna li navbera aliyên siyasiyên Kurdan kirin.

Li beşekî dinê vê civînê de şanda mîhvan behsa derencama kongreya partiya xwe kirin û bi kurtî ji rewşa siyasiya Tirkiye û rewşa hemwelatiyên Kurd û kar û çalakiyên HDP ji bo Serok Barzanî şîrove kirin.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda bilinda HDP kir û spasî helwesta wê partiyê û Kurdên Bakûr kir. Her wiha ronahî xiste li ser naveroka rûdanên piştî referandûmê û tekez li wê yekê kir ku bijardeya serekî ya gelê Kurdistanê li hemû qonaxek da aştî bûye û herdem şer li ser da hatiye sepandin. Serok Barzanî daxwaz jî kir ku pêwîste em hemû li ser çareseriyeke rastiyane û aştiyane bigihîne encam û li gel eve da jî zimanê zordarî û çek û xwe sepandinê encama xwe nabê.

Her li vê civînê de her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku li ser pêşhatên nû û çareseriyên wan li peywendî û şêwirîna berdewam da dibin.

Hêjayî gotinêye li vê civînê de Azad Berwarî û Mehmûd Mihemed Endamên Mekteba Siyasî û Elî Husên Endamê Serkirdayetî û Umêd Xoşnaw Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Parlemena Kurdistanê amade bûn.

Waar.tv
Top