• Wednesday, 18 February 2026
logo

Kalin: Bi Rûsyayê re danûsendin li ser Til Rif'etê berdewam in

Kalin: Bi Rûsyayê re danûsendin li ser Til Rif'etê berdewam in
Serokomariya Tirkiyê ragihand, derbarê Til Rif'etê de bi Rûsyayê re hevdîtin berdewam dikin û heger YPG ji wê derê vekişe, pêwîstî bi operasyonê namîne.

Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin da xuyakirin, Til Rif'et di bin kontrola Rûsyayê de ye û li wê derê YPG jî heye û got, danûsendinên Tirkiye bi Rûsyayê re derbarê Til Rif'etê de berdewam dikin.

Kalin got, heger piştî van gotûbêjan, YPG ji deverê derkeve, wê demê pêwîstî namîne Tirkiye operasyoneke leşkerî li wê derê encam bide.

Her weha da xuyakirin, rêveberiya Amerîka derbarê vekişîna ji Sûriyê peyamên tevlihev dide û diyar dibe biryara wan ne zelal e.

Ev daxuyaniya Serokomariya Tirkiyê di demekê de ye, berî çendîn rojan medya Tirk ragihandibû ku, Artêşa Tirk Operasyon dijî Til Rif'etê encam daye û kontrol jî kiriye.

K24
Top